Li Duhokê hejmarek fermanber hatin kerentînekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke fermanberên parêzgeha Duhokê ji ber gumana vîrûsa Coronayê, hatine karantînekirin.

Berpirsê ofîsa Rûdawê li Duhokê ragihand ku ji ber tûşbûna 52 kesan li Duhokê ku ji wê hejmarê jî 3 kes fermanber bûne, tevahiya fermanberên wan sê fermangehan jî bi gumana vîrûsa koronayê hatine karantînekirin.

Herwiha hejmareke kesên ku beşdarî mêvandariyê jî bûne ji bo dema 15 rojan wê li malên xwe bêne karantînekirin.

Heya niha hejmara wan kesên ku li sînorê parêzgeha Duhokê hatine karantînekirin, gihîştiye 506 kesan û rojane ji 400 heya 600 pişkinîn jî têne encamdan.

Li gorî amarên herî dawiyê, li sînorê parêzgeha Duhokê 76 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û rewşa 4 ji wan nexweşan jî xirab e.