Endamekî Fermandariya HSDê: 120 km hat paqijkirin û 67 gumanbar hatin girtin

08-06-2020
RÛDAW
Ew endamê Fermandariya HSDê dibêje, operasyon dê dirêjtir bibe
Ew endamê Fermandariya HSDê dibêje, operasyon dê dirêjtir bibe
Nîşan HSD Dêrezor Ednan Efrîn DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Fermandariya Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) Ednan Efrîn derbarê operasyona HSDê li Dêrezorê ragihand ku wan encamên baş bidest xistine û got ku heta niha 120 kîlometre hatine paqijkirin û 67 gumanbar hatine girtin.

Li rojhilatê Dêrezorê ya Sûriyê HSD bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke berfireh dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê destpê kiriye, ev operasyon di demekê de tê, ku şaneyên DAIŞê di dema dawî de pirsa koronayê wek derfet dîtibûn, û êrîşên xwe bo ser HSD, hevpeymaniya Navdewletî û sivîlan zêde kiribûn.

Di vê derbarê de ji aliyê xwe ve Fermandarê HSDê li Herêma Dêrezorê Ednan Efrîn ji Rûdawê re aşkere kir, ku wan bi rêya vê operasyona pişkinînê dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li navçeyê encamên zêde baş bidest xistine.

Endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk Ednan Efrîn ji Rûdawê re ragihand, heta niha operasyon bi dirêjahiya 120 km û bi berfirehiya 60 km hatiye kirin, ji destpêka operasyonê ve û heya niha 67 gumanber û kesên ku bi DAIŞê re kar dikin, hatine girtin.

Herwiha Ednan Efrîn da zanîn, ku niha li navçeyên nîzîkî sînorê Iraqê jibo rûbirûbûna DAIŞê bi rêya Hevpeymaniya Navdewletî hevahengiyeke wan a  xort ligel artêşa Iraqê heye.

Ednan Efrîn herweha got, wan texmîn dikir ku operasyon di 7 rojan de bidawî bibe lê ji ber hejmara zêde ya armancan, wê dirêjtir bibe. Wî endamê fermandariya HSD got jî, hemahengiyeke wan ya baş bi Artêşa Iraqê re heye da ku çekdarên DAIŞl di navbera sînorê herdû aliyan de çûn û hatinê nekin.

Piştî bidawîbûna DAIŞê di warê leşkerî de li Baxozê Adara 2019ê, DAIŞê di havîn û payîza heman salê de dest bi avakirina şaneyên veşartî kir, herwiha hijmareke zêde ya tûnêl û şikeftan  çêkir û dest bi êrîşan kir, li gor fermandarên vê operasyonê niha HSDê bi rêya 5-6 hezar şervan dixwaze dawî bi şaneyên DAIŞê li navçeyê bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst