Li Rojava nirxê genim di navbera Rêveberiyê û cotkaran de bûye pirsgirêk

Hewlêr (Rûdaw) - Mijara diyarkirin û guherîna kirîna nirxê genim ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê bûye pirseke nakokîyê di navbera Rêveberiya Xweser û cotkaran de, herwiha gelek gotûbêj û danûstandin, derbarê vê yekê têne kirin.

4ê Nîsana 2020an, Rêveberiya Xweser nirxê genim bi 225 lîreyan diyar kiribû, wiha jî hikûmeta Sûriyê heman nirx, ji bo kirîna her 1 kîlogram genim ragihandibû.

30ê Gulana 2020an jî, Rêveberiya Xweser careke din ragihand, ku ew Dê 1 kîlograma genim bi nirxê 315 lîreyên Sûrî ji cotkaran bikire. Sedema wê yekê jî vegerande daketina mezin a bihayê lîreya Sûrî, li beramber pereyên biyanî.

Hevdem, Hikûmeta Sûriyê ragihand, ku ji bo kirîna her 1 kîlograma genim, ew amade ye 400 lîreyan dide cotkaran.

Ew jî bi zêdebûna 175 lîreyan li ser nirxê her 1 kîlograma genim li cem hikûmetê, û zêdebûna 90 lîreyan li ser nirxê her 1 kîlograma genim li cem Rêveberiya Xweser.

Bi cudabûna 85 lîreyan, ji her 1 kîlograma genim, di navbera nirxên Rêveberiya Xweser û Hikûmetê de.

6ê Hezîranê jî, hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ligel Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser, di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku careke din nirxê kirîna genim tê serastkirin.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, Abid Hamid Elmihbaş di konferansa rojnamevanî ya 6ê Hezîranê de ragihand ku eger ew nirxê nû ragihînin dê ne ji berjewendiya cotkar be, ji ber ku, li gorî gotina wî, bihayê pereyan diguhertinê de ye, lewma destnîşankirina nirxê genim hate paşxistin li gorî nirxê lîreyê li berameber pereyên biyanî, heta dema wergirtina fatoreyan.

Hevserokê Desteya Aborî, Selma Barûdo jî ragihand ku berî xerckirina fatoreyan ew dê nirxê nû ragihînin.

Li gorî wê yekê jî, Rêveberiya Xweser rê nade cotkaran ku genim bifroşin Hikumeta Sûriyê.

Ev yek jî bûye sedema dirustbûna nerazîbûnê li cem cotkaran, ku dixwazin genimê xwe bi nirxekî buhatir bifiroşin, ji bo ku tûşî ziyan û şikestinê nebin.

Ev necîgiriya nirxê kirîna genim ji cotkaran, di demekê de ye ku bihayê pereyên Sûrî gihiştiye derdora 2 hezar û 800 lîreyan li beramber 1 dolarî.

Dihate pêşbînîkirin ku 7ê ha Hezîranê, dest bi wergirtina genim bê kirin, lê weke ku cotkar dibêjin, biryara nû ya Rêveberiya Xweser di vê derbarê de astengiyek li ber wan dirust kiriye.

Wergirtina genim, firotin, veguhastin û derxistina wê berhemê li naveçyên Rojavayê Kurdistanê, herwiha nirxê nediyar û necîgir ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, bûne sedemên dirustbûna kêşeyekê ku çavên cotkaran lê ye, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, bi awayekî baş û guncaw, bê çareserkirin.