Rêxistinên Mafê Mirovan li dijî binpêkirinên li Efrînê derketin

Hewlêr (Rûdaw) - Çar Rêxistinên Mafê Mirovan daxuyaniyek li jêr sernavê “Efrîn bêdeng tê serjêkirin” derbarê binpêkirinên li dijî xelkê herêma Efrînê de derxistin.

Çar Rêxistinên Mafê Mirovan di daxuyaniyê de ku îro Duşem 8ê Hezîranê belav kirin, dibêjin: “Tiştên ku di herêma Efrîn a Sûrî de ji binpêkirin û tewanên qirêj tê meşandin tevlî tewanên şer û tewanên dijî mirovahiyê dibe.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: ;Ji ber dewleta Tirk û fesîleyên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wê berpirsyariyê van tewanên ku li herêmên bakur û bakur rojhilatî sûriyê de pêk tînin ne û ji ber ev tewan bi madeyên /5-6-7-8/ ji sîstema roma yê bingehî tên şayazkirin ji dadgeha cîneyatên navnetewî ji sala 1998 re û ew tewanên navnetewî û madeya 9 ji vê sîstemê nîşanî wê ye û divê dadwerê giştî yê navnetewî li gorî madeya 15 ji sîstema roma yê bingehîn kar bike.”

Her yek ji Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê, Rêxistna Mafên Mirovan li Firatê û Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinê li Sûriyê ev daxuyanî îmze kirine û belav kirine.