Li Riha û Amedê 3 tax, 2 kolan û 5 avahî hatin kerentînekirin

08-06-2020
RÛDAW
Nîşan Riha Amed Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha û Amedê yên Bakurê Kurdistanê, 3 tax û 2 kolan û 5 avahî hatin kerentînekirin.

Parêzgariya Rihayê ragihand ku li bajarokên Bîrecûk, Xelîlyê, Eyûbiye, Wêranşar, Grê sor û Gurnê reş çend haletên korona hatine destnîşankirin û ji ber wê yekê biryar hatiye dayîn, li wan her 6 qezayan 2 tax, 2 mezra û 5 avahî bo dema 14 rojan bên kerentînekirin.

Li Amedê jî li bajarokê Bismîlê, piştî ku encamên pişkinînkirina gencekî pozitiv derket, taxek hat kernetînekirin .

Li gorî amarên dawiyê yên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê heya niha li Tirkiya û Bakurê Kurdistanê 170 hezar û 132 kes bi korona ketine ji wê hejmarê jî 4 hezar û 692 tuşbû canê xwe ji dest dane û 137 hezar û 969 tubû baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst