Grûpên çekdar li Raco du welatiyên Kurd kuştin

08-06-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro saet 8ê sibehê du welatiyên Kurd ji gundê Şêx ê ser bi devera Raco hatin kuştin.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî ji herêma Efrînê, dema ku vê sibehê herdu welatiyên bi navê Henan Hisên û Ebdo Bilal ji Efrînê vedigeriyan li ser rêya Raco hatine kuştin.

 

Li gor heman çavkaniyan, herdu welatî xelkê gundê Şêx in û karê firotina şênkatî dikirin.

 

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku otomobîla wan li ser riya Raco hatiye rawestandin û termê wan bi çend metreyan dûrî rê hatiye dîtin.

 

Li gor çavkaniyan tiştek ji wan nehatiye dizîn lewma tê texmînkirin ku ev kuştin tawaneke rêxistinkirî be.

 

Bûyera kuştinê di navbera du rêbendên grûpên çekdar de çêbûye û termên herdu kuştiyan jî di destê çekdaran de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst