Serokê DÎTAMê: Nêçîrvan Barzanî dikare bi hêsanî vê berpirsyariyê bi cih bîne

08-06-2019
RÛDAW
Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Vural
Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Vural
Nîşan Panel Nêçîrvan Barzanî DÎTAM Mehmet Vural
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Vural ragihand: “Ji ber malbata ku Birêz Nêçîrvan Barzanî têde mezin bûye, şêwaza wî ya siyasî û bi paşeroja xwe, baweriya me tam e ku ew dê vê berpirsyariyê gelek hêsanî bi cih bîne.”

 

Navenda Lêkolînê ya Rûdawê li Hewlêrê li jêr navê "Nêçîrvan Barzanî, çar salên siberoja peywendiyên Herêma Kurdistanê" panelek saz dike.

 

Îro di rûniştina yekem de 6 mêvan beşdarî panelê bûn û Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Vural yek ji wan beşdaran bû.

 

Mehmet Vural di destpêka axaftina xwe de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û got: “Ez Birêz Nêçîrvan Barzanî ku weke Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, pîroz dikim. Ji niha ve ji bo xizmetên ku dê ji xelkê Kurdistanê re bike, spasiya xwe pêşkêş dikim.”

 

Vural diyar kir: “Ez dizanim ku ew ji giraniya postê Serokatiyê û berpirsyariya wê haydar e. Lê ji ber malbata ku Birêz Nêçîrvan Barzanî têde mezin bûye, şêwaza wî ya siyasî û bi paşeroja xwe, baweriya me mezin e ku ew dê vê berpirsyariyê gelek hêsanî bi cih bîne.”

 

Mehmet Vural eşkere kir: “Hêviya me ji Nêçîrvan Barzanî, an jî çawa ku ji me tê pirsîn, hûn weke Kurdekî ku li Amedê dijîn hêviya we çi ye? Li Başûrê Kurdistanê pêkanîna yekîtiya netewî daxwaz û vîna me ya hevbeş a hemûyan e. Bi taybetî parastina yekrêzî û aramiya Başûrê Kurdistanê, daxwaza her Kurdekê ye. Em di wê baweriyê de ne ku dema wê yekê hatiye ku saziya dewletê bê pêkanîn û her tiştek bê bisazîkirin, ji ber ku bi qasî 25 salan ezmûnekî me ya birêvebirinê heye li Başûrê Kurdistanê û divê ev qonax ji bo bisazîbûnê ku sazîbûneke çalak be û hêjayî wê yekê be ji ji sazîbûnê vegere saziya dewletî. ”

 

Serokê DÎTAMê Mehmet Vural diyar kir: “Ez weke Kurdekî, bi bandora referandumê, ez hêj bawer im ku xwedî maf im.”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Vural got: “Di van demên dawiyê de behsa proseyekê di navbera Tirkiyê û Kurdan de tê kirin. Ya rastî, ka wê heya kuderê biçe, em nizanin. Bi taybetî jî di van 10-15 rojan de hevdîtinên ku li gel Abdullah Ocalan hatine kirin hene û her wiha peyama ku şandî derve heye. Grevên birçîbûnê hatin bidawîkirin. Her wiha mijara peywendiyên HSDê û Tirkiyê ji aliyê Amerîkiyan ve hat belavkirin, em naveroka wê nizanin, ev hemû jî bihev re girêdayî ne.

 

Em dibînin ku Tirkiyê ji bo peywendiyên li gel Başûrê Kurdistanê deriyek vekirî ye. Her çend em zêde geşbîn jî nebin, lê em dibînin ku tiştekî erênî ye. Divê Tirkiye jî hinek tiştan bike, ji ber peywendiyên xwe yên li gel hikûmeta Sûriyê jî baş nîn in. Eger ku artêşa Sûriyê tevahiya axa xwe kontrol bike, wê demê ti daxwaziyekî Tirkiyê nayê cîh. Wê Kurdên Rojava jî her li cîhê xwe bin. Ji bo ku Tirkiyê ji wê navçeyê veneqete, dibe ku siyasetekî wisa jî bimeşîne û egera vê yekê jî heye. Peywendiyeke xwe hene, lê em nizanin kengî çêbûne û gihîştine çi astekê.”

 

Vural herwiha amaje kir ku divê Tirikiyê siyaseta xwe li hember Kurdan biguhere û got: “Tirkiye divê dest ji siyaseta xwe ya van 4-5 salên dawiyê berde û peywendiyên xwe li gel Kurdan baş bike. Weke mînak, dikare peywendiyên xwe li gel Kurdên Rojava deyne û herdu alî jî dikarin sûdê ji wan peywendiyan werbigrin. Tirkiyê niha hikûmeta Sûriyê jidest daye, eger ku Kurdên Sûriyê jî jidest bide? Herî kêm divê Tirkiyê li gel Kurdan peywendiyên xwe pêşbixe.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst