Cotkarên Amedê dest bi dirûna nîskan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxanî ya Ameda Bakurê Kurdistanê cotkaran dest bi dirûna nîskan kir.

 

Li navçeya Erxanî ya Amedê salên berê nîsk bi das û kêlindiyan dihat dirûn, lê piştî teknolojî pêş ket êdî bi makîneya dirûna nîskan a ku davêjine paşiya traktorê nîsk tên dirûn.

 

Ji gundên nîsk tên dirûn yek jî Orteyazî ye.

 

Ji cotkaran Yavuz Ernez got ku bila serdema debr û bêderê ji hemû cotkaran re bi xêr û bereket be.

  

Ernez diyar kir ku biharê baran baş barî û bi bereket derbas bû û destnîşan kir, piştî hewa germ bû wan dest bi dirûnê kir.