Mehdî Eker: Nêçîrvan Barzanî dê peywendiyên Başûr û Bakur baştir bike

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehdî Eker pîrozbahî li Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got: “ Em hêvîdar in ku Nêçîrvan Barzanî dê peywendiyên Başûr û Bakur baştir bike.”

 

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehdî Eker ji Rûdawê re ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku di bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dê baştir bibin.”

 

Mehdî Eker got: “Ez Birêz Nêçîrvan Barzanî pîroz dikim ku berî çend rojan wek serokê Herêma Kurdistanê Iraqê hatiye hilbijartin. Ez di wê baweriyê de me ku ev serokatiya wî dê  navbera Başûr û Bakur baştir bike. Herwiha ez bawer dikim serokatiya wê dê ji bo herêma me bibe wesileya pêşketinê, çi di warê aborî, civakî, siyasî û biratiyê de be.”

 

Eker anî ziman ku ew serokatiya Nêçîrvan Barzanî dê  dê ji bo Tirkiyê û Herêma Kurdistanê bibe wesileya qenciyê û got: “Ezmûna wî heye, ew gelek zana ye. Ev ji aliyê malbat, bavê xwe û mamê xwe xwedî ezmûn e. Em hêvîdarin ku dê ji bo pêşxistina peywendiyan xizmetê bike.”