Li Rojvayê Kurdistanê heta niha 70 hezar donim zevî şewitî ne

08-06-2019
RÛDAW
Li Rojvayê Kurdistanê îro jî  rûberekî berfireh ji genmê cotkarên Kurd şewitî
Li Rojvayê Kurdistanê îro jî rûberekî berfireh ji genmê cotkarên Kurd şewitî
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke Şewat Ceh Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend deverên Rojavayê Kurdistanê îro jî  rûberekî berfireh ji genmê cotkarên Kurd şewitî. Birêveberiya Çandiniyê li Hesekê da zanîn ku 70 hezar  donim li parêzgeha Hesekê zerer dîtine.

 

Îro Şemiyê (08.06.2019) agir li gundênTil Erbîd, Xirbe Xezal û Çolê li ser rêya Qamişlo û Hesekê heta gundê Ebû Zeyid, bi zeviyên cotkaran ket. Wî agir ziyaneke mezin li pey xwe hişt.

 

Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê ragihand, ku ji ber şewata genim û ceh, derdora 70 hezar  donim li parêzgeha Hesekê zerer dîtine.

 

Rêvebirê Berhemên Çandiniyê li Hesekê Celal Bîlal got ku şewata genim û ceh ziyaneke mezin gihandiye cotkaran û heta niha nêzîkî 70 hezar donim şewitîne.

 

Li gor Rêveberiya Çandiniyê li Hesekê, tê texmînkirin, 70 hezar tonên genim şewitîbin.

 

Rêveberiya Xweser dibêje, destê çekdarên DAIŞê û hin aliyên din di bûyerên şewatê de hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst