Şaredariya Tetwanê li ser rakirina tabelayên Kurdî berdewam e

08-06-2019
RÛDAW
Nîşan Tetwan Şaredarî Qebristan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Şaredariya Tetwanê ku tabeleya bi Kurdî ya şaredariyê rakiribû, niha jî tabelaya bi Kurdî ya Qebristana Karşiyaka rakir ku li navenda bajêr e. Li şûna tabelaya Kurdî, tabelaya bi Tirkî "Dê her kes mirinê tam bike" hat danîn.

 

Şaredariya Tetwanê ser bi bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê ku di destê AK Partiyê de ye, piştî rakirina tabelayên din ên Kurdî niha jî tabelaya bi Kurdî ya qebristanê rakir.

 

Li gor medya Tirkiyê, Şaredariya Tetwanê tabelaya ku li ser "Qebristana Karşiyaka" hatibû nivîsîn rakir û li şûna wê tabeleya bi Tirkî "Dê her kes mirinê tam bike" hat danîn.

 

Şaredariyê heta niha diyar nekiriye ka çima tabela bi Kurdî rakiriye. Serokê Şaredariya Bedlîsê Nesrullah Tangbay ku ser bi AK Partiyê ye berî niha bi hinceta ku "siyasî" ye tabelaya bi Kurdî ya ser şaredariyê rakiribû û piştre jî tabeleya bi Kurdî, Tirkî û Ingilîzî ya li ser hatibû nivîsîn "Hun Bixêr Hatin Bedlîsê" rakiribû. Şaredariya Tetwanê jî tabelaya bi Kurdî ya ser şaredariyê rakiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst