Ji ber teqeya leşkerên Îranê kolberek mir û 4 jî birîndar bûn

08-06-2018
Bextiyar Qadir
Nîşan Kolber Îran Sîdekan Pasdar
A+ A-

Soran (Rûdaw) – Li navçeyên zozanî yên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqeya hêzên Îranê kolberek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

 

Şeva derbasbûyî li Zozanên Mêrga Çeko ya li nizîkî gundê Zêwka yê ser bi bajarê Pîranşarê hêzên Îranî teqe li himarek ji kolberan kirin. Di encama vê êrîşê de welatiyekî bi navê Esed Husênzade ku xelkê gundê Zîncwîncana Pîranşarê, hat kuştin.

 

Herwiha li navçeya li Zozanên Berdereaşan a herêma Kêlaşînê ya ser sînor jî hêzên Îranî teqe li komeke kolberan kir û di encamê de 4 kolber bi giranî birîndar bûn.

 

2 birîndar anîne nexweşxaneyên Başûr

 

Bedervkê Polîsê Soranê Hawar Ergûşî ji Rûdawê re ragihan, 2 kolberên birîndar ji ber giraniya birîndariya wan veguhestine nexweşxaneyên Soran û Hewlêrê. Herwiha du birîndarên din jî birine bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê.

 

Rêvebere bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî jî da xuyakirin, ku Îranê ev mehek e hejmara hêzên pasdar li ser sînorê Şino û Sîdekanê zêde kiriye.

 

Bi gotina Çelebî di 10 rojên dawîn de ev cara sêyemîn e pasdar teqe li kolberan dike.

 

Piştî qedexekirina karê kolberiyê hijmareke zêde ya kolberan bêkar mane û beşekî din jî bi neçarî li navçeyên zozanî hatin û çûnê dikin.

 

Tenê di meha derbasbûyî de 7 kolber bi teqeya hêzên Îranî hatine kuştin û 15 jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst