Felah Mistefa: Amerîka ji hewlên serxwebûna Kurdistanê ditirse

08-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, Amerîka di mijara firotina nefta Kurdistanê de “ji serxwebûn”a Herêma Kurdistanê ditirse ji ber wê jî piştgiriya vê yekê nake. Mistefa, ew amade ne asta pêwendiyên xwe bi Îranê re jî bigihînin asta pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa îşev beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû û bersiva pirsên Hîwa Cemal da.

Felah Mistefa, ku hinek caran di medyaya cîhanê de mîna “wezîrê derve” yê Kurdistanê jî tê binavkirin, li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê got, Amerîka li gorî berjewendiyên xwe li vê meselê dinêre û dixwaze li herêmê aramî hebe lê em êdî naxwazin Amerîka me bike qurbana berjewendiyên xwe.

Mistefa anî ziman ku Amerîka li hember arîşeyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bêalîbûn hilbijartiye û got, tişta ku ji bona Amerîka girîng e Iraq e ji ber ku Amerîka ti ferqekî naxe navbera Besra û Herêma Kurdistanê û her duyan mîna hev dibîne.

“Wezîrê Derve” yê Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku firotina nefta Kurdistanê gaveke e ji bona bidestanîna serxwebûnê û diyarkirina qedera gelê kurd bi destê xwe û wiha axivî: “Amerîka ji vê yekê ditirse.”

Felah Mistefa, li ser helwesta Îranê li hember firotina nefta Kurdistanê jî diyar kir, heta niha Îranê tiştek li ser vê yekê negotiye lê Herêma Kurdistanê amade ye asta pêwendiyên xwe bi Îranê re bigihîne asta pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst