Malbatên ku ji bona xwe çalakiya rûniştinê dikin dest bi gireva birçîbûnê dikin

 

Amed (Rûdaw) - Malbatên ku dibêjin, zarokên wan ji aliyê PKKê ve “hatiye revandin” û ji ber vê yekê li ber avahiya Şaredariya Amedê çalakiyê dikin, dê ji sibê ve dest bi gireva birçîbûnê bikin.

 

Malbatên ku tê gotin zarokên wan tevlî PKKê bûne û ev çend roj in li ber Şaredariya Amedê çalakiya rûniştinê didomînin, daxuyandin ji ber bûyerên li Licê rojek navber dan çalakiyên xwe. 

Malbatên ku li bajêr di otêlekê de dimînin, diyar kirin ku ji sibê û pê ve li cihê ku çalakiyê dikin dê ji bo 2 rojan dest bi gireva birçîbûnê bikin. 

Sureya Toklar a ku ji Wanê ji bo kurê xwe Efkan Toklar tevlî çalakiyê bûye , ji AAyê re de diyar kir ku ji bo kurê xwe yê ku ev 3 meh in wenda ye, beşdarî çalakiyê bûye û îro navber dan çalakiyê. 

Tokarê destnîşan kir ku li gel malbatên din biryar dan ku sibê dest bi gireva birçîbûnê bikin û wiha dewam kir: "Bi biryara hevpar ve emê sibê dest bi gireva birçîbûnê bikin. Gireva me ya birçîbûnê dê 2 rojan bidome. Ger daxwazên me neynin cih û zarokên me nedin me, emê dest bi rojiya mirinê bikin."  

Wê dayika kurd her wiha got ku ew endamên ti partiyan nînin û naxwazin ku ti kes li ser wan siyasetê bikin û wiha pê de çû: "Em bangî rayedaran dikin, bila zarokên me bidin me. Hema ji destê kê çi tê bila bike. Em ji siyasetê fêm nakin, ti karê me bi siyasetê re tineye û em endamên ti partiyan jî nînin. Bila ti kes li ser me siyasetê neke. Em bangî hemû rayedaran dikin, çarêseriyekê bibînin. Em tenê zarokên xwe dixwazin."