Penbarên Kampa Domîz alîkariyên darayî ji malbatên xwe re dişînin

09-06-2014
PÊŞEWA BEHLEWÎ
Rudaw
Rudaw
A+ A-

 

Domîz (Rûdaw)- Dema dawîhatina penaberiyê nema diyar bû li gorî penaberan ,ewan berê xwe dane kar bo baştirkirina rewşa xwe û rêjeyeke zêde ji penaberan serkeftineke aborî bi destxistin û hin ji wan destpêkirin bi şandina pereyên zêdî xwe bo malbatên xwe li Rojavayê Kurdistanê.

 

 Li Kampa Domîz nivîsgeheke şandina pereyan bo Rojavayê Kurdistanê hene û li gorî wan hin meha dora melyon dolarî ji penaberên parêzgeha Dihokê tenê tên şandina.



Ferhad ku xudanê wê nivîsgehê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêkr: “Pereyên pir têne şandin bo Rojava ,her malbatekî kurekî xwe şand da alîkariya xelkê xwe bike, lewma girînge nivîsgehên wiha hebin.”


Penaberên li Başûrê kurdistanê kardikin û mûçeya xwe ji malbatên xwe re dişînin da malbatên wan penaber nebin û rojava vala nebe ji kurdên xwe.


Hin penaber jî rewşa nû dike ko ji xwe re jiyaneke aram peyda bikin û bibin xwedî mal û otomobîl û dibe ko rewşa wan ya berê li rojava ne wiha bû


Kampa Domîz li gorî nerînên çavdêran bû ye nêzîkî (Bajarokekî) û ev bajarok hejar û belengaze herwiha karker û zengîn lê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst