Li Amedê bûyera trafîkê: 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Pasûr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûr a Amedê ya Bakurê Kurdistanê di encama qulibîna minibusekê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Minibusa ku nasnameya şofêrê wê û plakaya wê nehat zanîn, li gundê Deyas ê Pasûrê ji kontrolê derket û wergeriya.

Hate diyarkirin kesên ku canê xwe ji dest dane Zehra Can a 18 salî û Zelîha Akin a 58 salî ne.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar bi ambûlansan ji bo nexweşxaneyên Amedê hatin birin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst