Li Şirnexê zilamekî 48 salî bi gule hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya Şirnexê kesek li ber deriyê mala xwe rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, êrîş şevê din li gundê Setkar (Hisarkapî) ya navçeya Elkê ya Şirnexê çêbûye û kesek bi navê Temer Temel ê 48 salî dema ji nav gund çûye mala xwe, ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve rastî êrîşa çekdarî hatiye.

Li ser agahdariyê, ekîbên cendirme û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Ekîbên tendirustiyê diyar kirin ku welatiyê bi navê Temer Temel (48 salî) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Temel ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin. Herwiha hatiye ragihandin ku hêzên cendirme û hêzên ewlekariyê ji bo girtina kesê gumnabar operasyon dest pê kirine.

Li aliyekî din, şevê din li navenda bajarê Şirnexê jî di navbera du koman de şerê bi kêran derketibû û di encamê de 13 kes birîndar bûne.

Têkildarî şerê li Şirnexê, 7 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.