Amedsporê bersiva Umit Ozdag da: Were Amedê em nîşanî te bidin

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Umit Ozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê ya Tirkiyê Umit Ozdag gotibû, “Ez soz didim we. Dê di lîgên Tirkiyê de tîmeke bi navê Amedsporê nemîne” Alîkarê Serokê Amedsporê Omer Elaldi jî di bersiva xwe de got, “Tîmeke bi navê Amedsporê heye, tune ye, tu û rêxistina xwe tev werin Diyarbekirê em nîşanî te bidin, gotineke me heye, em ji we re bibêjin. Em bi tenê hûn hemû bi hev re.”

Serokê Partiya Zaferê ya Tirkiyê ku bi nijadperestî û dijberiya xwe ya ji bo koçberan tê nasîn Umit Ozdag, li Bursayê û serdana standa partiya xwe û dukandaran kir.

Ozdag di serdanê de ji girseyê re got, “Ez soz didim we. Dê di lîgên Tirkiyê de tîmeke bi navê Amedsporê nemîne. Diyarbakirspor dê cihê xwe di lîgê de bigire lê em destûrê nadin Amedsporê.”

Amedsporê bersiva gotinên Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag da.

Alîkarê Serokê Giştî yê Amedsporê Omer Elaldi li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Tîmeke bi navê Amedsporê heye, tune ye, tu û rêxistina xwe tev werin Diyarbekirê em nîşanî te bidin, gotineke me heye, em ji we re bibêjin. Em bi tenê hûn hemû bi hev re.

Careke din dema tu navê tîma min tînî ziman, 7 caran devê xwe bi axê bişo, bi avê tê werde, paşê jî Amedê bîne ziman.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst