Li Semsûrê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cêlikanê ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ve roja 8ê Gulanê bi hêza 4.6 pile erdhej çêbû. Rasatxaneya Kandilliyê jî ragihand, li navçeya Yeşilyurt ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.7 pile erdhej çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibata îsal, li Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, roja 8ê Gulana 2023ê erdhejek li navçeya Cêlikanê ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej demjimêr 23:20 bi hêza 4.6 pileyê rîxter çêbûye. Kûrahiya erdhejê 8.64 kîlometre bûye.

Ji aliyê din ve Rasatxaneya Kandilliyê jî ragihand, li navçeya Yeşilyurt ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, roja 8ê Gulanê demjimêr 23:20 bi hêza 4.7 pile erdhej çêbû.