Hejmara kuştina welatiyên Sûrî yên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin belavkirin

08-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka 2018yan ve heta 4ê Gulana 2023yan, hejmara welatiyên sivîl ku bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, gihiştiye 559 kesan, ji wan 103 zarok û 67 jin bûn.

Navenda Belgekirina Bipêkirinên Li Bakurê Sûriyê amarên kuştin û birîndarkirina welatiyên Sûriyê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve belav kir.

Hejmara birîndaran jî gihiştiye 3 hezar û 27 kesan ku hewl dabûn ji ber şerê li Sûriyê, sînorê Tirkiyê derbas bikin, yan jî nişteciyên gundên sînorî bûn, yan jî kar li nav zeviyên xwe yên çandiniyê li navçeyên sînorî dikir.

Ji destpêka sala 2023yan ve, leşkerên Tirkiyê li ser sînorê xwe ligel Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, 16 kes kuştine û 88 kes jî birîndar kirine.

Sala 2022yan, leşkerên Tirkiyê li ser heman sînorî 46 koçber, di nav wan de, 5 zarok û 2 jin hebûn, kuştibûn.

Wiha jî 906 welatiyên sivîl birîndar kiribûn, di nav wan de 36 zarok û 40 jin hebûn.

Tê zanîn ku Tirkiyê, bi dirêjiya sînorê xwe û Sûriyê, dîwarek bi dirêjiya 911 kîlometreyan ava kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst