Ozgur Ozel: Em dê yasaya qeyûman sererast bikin

08-05-2023
RÛDAW
Ozgur Ozel: Em dê yasaya qeyûman sererast bikin
Ozgur Ozel: Em dê yasaya qeyûman sererast bikin
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê CHP Ozgur Ozel Qeyûm Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel ragihand ew dê yasaya qeyûman sererast bikin.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel serdana Amedê kir, got ku eger bibin desthilat kar bi yasaya qeyûman nakin.

Ozgur Ozel dibêje eger di parlementoyê de piraniyê bidest bînin, dê yasa qeyûman sererast bikin, lê eger piranî jî nebin, serokkomar û wezîrê wan ê navxwe dê wê desthilatê bikar naynin.

Ozgur Ozel got: “Eger em piraniya parlementoyê bidest bînin, ev yasaya ku Suleyman Soylu behsa wê dike, û yasaya rêvebirinên xwecihî ku bi biryarên di hikmên yasayê de guhertine heye,  di yasayê de dibêje, eger xuya bibe ku peywendiya wan bi terorê re heye, wezîrê navxwe dikare qeyûman deyne, em vê desthilatê bikar naynin lê  em dê vê yasayê biguherin.”

Derbarê karkirina vê mijarê de jî Ozel got: “Eger serokê şaredariyê bi gendelî yan terorê bê tohmetbarkirin, destpêkê divê lêkolîn bê kirin, piştre belgeyên pêwîst bêne komkirin û serdana wezaretê bikin, eger wezaret rê bide dê lêpirsîn bê kirin, eger hakim îdianameyê qebûl bike dê were dadgehkirin, eger tawan bê piştrastkirin wê demê eger dadgeh biryarê bide dê ji kar bê avêtin, piştre meclîsa şaredariyê dikare serokê nû hilbijêre.”

Ozel amaje bi wê yekê kir ku pêwîstî bi yasaya danîn qeyûman heye û got: “Eger di nava parlementoyê de em piranî nebin em nikarin vê serrastkirinê bikin û  lê eger em bibin desthilat em vê yasayê bikar naynin.  Lê eger em bên ku xuyaye em dê piraniya parlementoyê bidest bînin,  ev yasaya ku Soylu behsa wê dike em ê biguherin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst