Li Cindirêsê ji bo zarok dîmenên erdhejê ji bîr bikin çalakî tên lidarxistin

08-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Cindirêsê ji bo zarok dîmenên erdhejê ji bîr bikin çalakî tên lidarxistin
Li Cindirêsê ji bo zarok dîmenên erdhejê ji bîr bikin çalakî tên lidarxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja 6 Sibatê ji bilî ziyanên xwe yê canî û madî, wêneyeke gelek xirap di mejiyê wan zarokên ku hatin rizgarkirin hiştye. Li Cindirêsa Efrînê Peymangehek hewl dide bi rêya lidarxistina çalakiyan ji bo zarokan, hinek ji wan dîmenên bi êş bi wan bide jibîrkirin.

Zarokên bajarokê Cindirêsê bi ahengeke dilxweşkirinê şad û kêfxweş bûn. Peymangeha “Mesar El-Tefewuq” ango “Pêvajoya Serkeftinê” ji bo wan zarokan, çalakiyek encam daye, da rewşa jiyana zehmet a piştî erdheja 6ê Sibatê ji bîr bikin.

Di wê ahengê de, diyarî û sitran ji bo derdora 150 zarokî hatin pêşkêşkirin.

Mamosteyê li Peymangeha Pêvajoya Serkeftinê Yûsif Hennan dibêje: “Me xwest em ahengeke biçûk çê bikin, ji bo em derûna zarokan hinekî çareser bikin, hinekî kêfxweş bibin. Spas ji Xwedê re, derdora 150 şagirt û zarokê amade bûn, hemû kêfxweş bûn, xwarin çê kir, stiran, wênekêşî kir, duh dîsa erdhejeke biçûk çê bû, 4.9, em dixwazin her kes bi me re alîkariyê bike, em hewl bidin vê kêf û şahiyê ji zarok û şagirtên xwe re vegerînin.”

Mamoste û rêveberên peymangehê dibêjin, ew dê di çalakiyên wiha de berdewam bin û armanc jê dilxweşkirina zarokan û jibîrkirina rewşa şer û erdhejê ye.

Rêveberê Peymangeha Pêvajoya Serkeftinê jî got: “Bi rastî me ev aheng çê kir, ji bo vî miletê ku bi sedema erdhejê ziyan dîtiye. Xelk ketin bin kavila û wêraniyê. Bi rastî xelk westiyan, gelekî westiyan. Me xwest em tiştekî bikin, ji bo ev zarok û şagirt, bipêş bikevin û rewşa wan a derûnî baştir be. Ji ber ku 6ê Sibatê dema erdhej çê bû, li cem me karesateke rasteqîne peyda bû, ji sedî 80 ji avahiyan nema bikêrî niştecîbûnê tên, xelk jî derbider bûn. Bi navê peymangeha xwe ya (Mesar Eltefewuq) me xwest ahengekê çê bikin, da em azarkêşiya vî miletî sivik bikin.”

Her bi gotina rêveberên vê peymangehê, bêhtir ew di warê serkeftinê de karê xwe nîşan didin û hewl didin bi zarokan re alîkar bin, wiha jî, guhdan û çalakiyên wan xwendekarên polên 1em heta 12em li xwe digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst