Berbijêrê AK Partiyê yê Mêrdînê: Armanca me ew e ku em 3 kursiyên bajêr bidest bixin

08-05-2023
Abdulselam Akinci
Berbijêrê AK Partiyê yê Mêrdînê: Armanca me ew e ku em 3 kursiyên bajêr bidest bixin
Berbijêrê AK Partiyê yê Mêrdînê: Armanca me ew e ku em 3 kursiyên bajêr bidest bixin
Nîşan Berbijêr Hilbijartinên Tirkiyê Mêrdîn Faruk Kiliç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê AK Partiyê yê Mêrdînê Faruk Kiliç ragihand ku armanca wan li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê ew e ku ji 6 kursiyên parlamentoyê herî kêm 3 kursiyan bidest bixin.

Bernameya Berbijêr a ku Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci amade dike, vê carê li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê berbijêrê AK Partiyê yê wî bajarî Faruk Kiliç kiriye mêvan. Faruk Kiliç ji Abdulselan Akincî re behsa plan û projeyên partiya xwe kir.

Bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ku ji ber pêkvejiyana li wî bajarî ew wek “bajarê xweşbîniyê” jî tê pênasekirin, di heyama borî de HDPê 4 parlamenter û AK Partiyê jî 2 parlementer derxistibû. Faruk Kiliç di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji lîsteya AK Partiyê di rêza yekemîn de berbijêr e.

Derbarê xwe de Faruk Kiliç got: “Ez bi eslê xwe ji Gundê Tiltiêmikê yê ser bi navçeya Qoserê ya Mêrdînê me. Gundê me li ser sînor e nêzîkî Dirbesiyê ye û me ji Şukiriyan tên. Kalik û bapirên me ji Mûsilê hatine. Niha hinek mirovên me li Mûşê, Çewlîg û hinek jî li Stenbolê hene. Êşira me berfireh e. Ez li Qoserê dijîm.”

Faruk Kiliç eşkere kir ku ji berê ve ew mijûlê siyasetê bûye û wiha pê de çû: “Em siyasetê tenê ji bo temsiliyetekê nakin, em siyasetê li ser baweriyê dikin û ji ber vê yekê me dest bi siyasetê kir.”

Kiliç diyar kir ku armanca wan li Mêrdînê ew e ku herî kêm weke AK Partî 3 kursiyan bidest bixin û wiha behsa pirsgirêkên Mêrdînê kir: “Berê pirsgirêkên Mêrdînê gelek bûn, lê piştî desthilatdariya AK Partiyê li bajêr gelek karên cuda hatin kirin. Van îro bi çavan di warê tendirustî, veguhestin û perwerdeyê de dibînin. Mêrdîn bajareke ava ye û ji ber vê yekê jî nifûsa wê 850 hezar e. Berê miletê me kar nedîtin û diçûn metropolên din, niha jî em nikarin bibêjin ev yek nemaye, lê kêm kiriye. Mêrdîn îro di warê turîzmê de gelek pêş ketiye û bi milyonan geştyar serdanê wê dikin.”

Derbarê mîmariya Mêrdîna nû de jî Kiliç diyar kir ku wan teqlîdê Ewropayê kirin û ew ne tiştekî baş bûye û got: “Em jî ji mîmariya bajarê nû ya Mêrdînê nerazî ne. Keyfa me dîmenên nû yên bajêr re nayê. Min mastera xwe li ser mijara rêveberiyên xwecihî kiriye, ji ber vê yekê li ser mijarê hinek fikir û ramanên me hene. Qoser jî xirab e, ji ber ku şaredariyan karên baş nekirine.”

Faruk Kiliç amaje bi wê yekê kir ku eger ew di hilbijartinan de serbikeve çi ji destên wî bê dê bike û got: “Bi îzna Xwedê em dê miletê xwe li parlamentoyê temsîl bikin. Em aşiqê Mêrdîn û welatê xwe ne. Em li vî welatî çêbûne û em dê jiyana xwe li vî welatî berdewam bikin. Em di heyama 4 salan de gelek tişt kirine. Berê fakulteya tibê li Mêrdînê nebû me ew anî, me fakulteya çandiniyê li Qoserê çêkir û me nexweşxaneya bajêr çêkir. Me gelek rêyên bajêr ên bi bajêr derdorê re çêkirin. Ev karên mezin in. Înşellah bi projeya GAPê xizmetên girîng dê ji bo cotkarên me jî bêne kirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Berbijêrê AK Partiyê yê Mêrdînê da zanîn ku ew pirsgirêkên ku li herêmê hene dibînin û dixwazin wan pirsgirêkan çareser bikin û got: “Êşa miletê me êşa me ye û deriyên me ji miletê me re vekiriye. Em dixwazin ji vî miletî re xizmetê bikin. Em dixwazin deriyên kar ji ciwanên xwe re vekin. Bila baweriya gelê me bi me were û ji bo Mêrdînê çi pêwîst be em dê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst