Têkildarî êrişa li dijî Îmamoglu 15 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara desteserkiriyên êrişa duh li Erzeromê di "Hevdîtina Gel" a bi beşdariya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu rû da, derket 15an.

Li gorî agahiyên ji Parêzgariya Erzeromê hatine wergirtin, tîmên Rêveberiya Ewlekariya Parêzgehê derbarê êrişa duh de qeydên kamerayê temaşe kirin û der heqê bûyerê de 19 kes tesbît kirin.

Ekîbên polîsan ewil 13 berşik desteser kirin û dûv re 2 beşrikên din jî desteserkirin. Her wiha derbarê bûyerê de xebatên desteserkirina 4 berşikên mayîn jî didomin.

Di vê navberê de hat ragihandin, xebata tesbîtkirina kesên tevlî bûyerê bûn didome.

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Bekir Bozdag eşkere kiribû, der heqê bûyerê de 13 berşik hatin destesekirin.

Ji aliyekî din ve 17 kesên di bûyerê de birîndar bûn, piştî dermakirina li nexweşxaneyên li bajêr ji bo malên xwe hatin şandin.

Roja 7ê Gulanê li meydana Havuzbaşi ya parêzgeha Erzeromê di dema Serokşaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu diaxivî de bi keviran êrişî otobusa ku li ser diaxivî kir. Di wê êrişê de 17 kes birîndar bûn.