Berbijêra HAK-PARê Berrîn Eren: Jin dê cîhanê jî û Kurdistanê jî xelas bikin

08-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan HAK-PAR Berrîn Eren Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêra parlamenteriyê ya Amedê ya HAK-PARê Berrîn Eren got “Ez bawer im ku ewê dinyayê jî jin xelas bikin û Kurdistanê jî jin xelas bikin. Em dixwazin mîna mêran wekhev bin û federalî dixwazin.”

Bi beşdariya Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan û berbijêrên parlamenteriyê yên Amedê civîna danasîna berbijêran hat lidarxistin.

HAK-PARê li 81 parêzgehan û 87 herêman 660 berbijêran destnîşan kiriye û ji sêyan yek ango 225 berbijêr jin in.

Berrîn Eren ku li Amedê ji HAK-PARê di rêza 3yem de weke berbijêr hatiye destnîşankirin ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew ji ber hejmara berbijêrên jin kêfxweş e û got “Ez dê pir kêfxweş bibim ku jin bikevin parlamentoyê. Ez bawer im ku ewê dinyayê jî jin xelas bikin û Kurdistanê jî jin xelas bikin.”

Li ser egera ku bê hilbijartin û biçe parlamentoyê weke jineke Kurd dê fokusa wê li ser çi be Eren wiha axivî “Em jin du caran bindest in. Yek jê welatê me bindest e, em zordestî dibînin. Eva duyem jî em wek mêran ne wekhev in. Yanî em hem ji aliyê mêran ve zordestiyê dibînin, hem jî welatê me bindest e ji bo wî jî bindestî dibînin. Em dixwazin em herin parlamentoyê, emê li ser van mijaran bixebitin û em dixwazin mîna mêran wekhev bin û federalî dixwazin.”

Berîn Eren diyar kir ku xebatên hilbijartinê yên partiya wan ên li Amedê bi hemû leza xwe dewam dikin û got “Wek Serokê me yê Giştî hêviya min jî wisa ye ku em 1 milyon deng bidest bixin. Em li temamê kuçe û kolanên vê deverê digerin, em diçin kîjan bajarî jî sînerjiyeke xweş distînin, eleqeyeke pir ji me re heye ji bo vê em bawer in emê bi ser bikevin.”

Herwiha Eren diyar kir ku wan xebatên hilbijartinê bi Kurdî dikin û wiha berdewam kir “Em bi dengdêran re bi Kurdî xeber didin, partiya xwe HAK-PARê bi Kurdî didin nasandin. Piraniya dengdêran bixwe tên belavokên me distîtinin, dibêjin em we nas bikin. Em ji wan re bi Kurdî didin nasandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst