Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî pirsgirêkên darayî û rêvebirî gotûbêj kirin

08-05-2023
RÛDAW
Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî civiyan
Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî civiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û herdu aliyan di atmosfereke erênî de pirsgirêkên darayî û rêvebirî gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 8ê Gulana 2023an pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herdu aliyan di atmosfereke erênî de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû tîmên encumena wezîran de, hevnêrîn bûn.

Her di vê hevdîtinê de, bal kişandine ser  rewşa dawî ya siyasî ya Herêma Kurdistan û navçê û tekezî li ser parastina tebayî û yekrêziya navxweyî ji bo parastina berjewendiyên netewî û mafên destûrî yên welatiyên Herêma Kurdistanê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst