Li Akrê 4 kes li ser qumarê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên emnî yên li Akrê hewla girtina qumarxaneyan û wan meyxaneyan dide ku nêzî cihê nîştecêbûnê ne,

Qaymeqamê Akrê Şeiban Xelîl îro Duşemê 8ê Gulana 2023an ji Rûdawê re got: “Operasyonên me yên girtina qurmarxaneyan bi berfirehî destpê kirine, ji ber ku ew ciwanan dixapînin û heta niha çar kes li wan cihên qumarê hatine girtin.” 

Li Herêma Kurdistanê mohlet bi vekirina çi coreyên qumarxaneyan nayê dan û qedexe ye. 

Herwiha qaymeqamê Akrê got ku “Di nav bajar de meyxaneyên fermî hene ku mohlet wergirtine, lê di nav taxên nîştecîbûnê û cihên qerebalix de qedexe ye ku meyxane hebin û meyvexwarin hebe.” 

Akrê yek ji navçeyên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê ye û ku ji ber xwezaya vê ya taybet salane hejmareke zêde ya geştyaran ji bajarên cûda yên Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana wî bajarî dikin, yek ji xwarinên herî navdar ên Akrê jî Qelî ye.