Li Duhokê kesekî 56 salî hat kuştin; cihê 5 guleyan li ser laşê wî heye

08-05-2023
Kerîm Şewqî
Birayê Ebdulrehman, Zibêr Îbrahîm
Birayê Ebdulrehman, Zibêr Îbrahîm
Nîşan Duhok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê ku li derdora gundê “Gundik Nebî” li Duhokê hat jiyana xwe ji dest dabû hatiye kuştin.

Berî niha hatibû gotin ki ji ber êrîşa guran jiyana xwe ji dest daye lê derket holê ku şûnwarê guleyan li ser laşê wî diyar e.

Termê welatiyê bi navê “Ebdulrehman Îbrahîm” li zeviyên derdora “Gundik Nebî” hat dîtin, cihê guleyan li ser laşê wî diyar e.

Sedema kuştina wî kesî hêj nayê zanîn û nayê zanîn ku ji aliyê kî ve hatiye kuştin.

Zibêr Îbrahîm birayê Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Ebdulrehman Îbrahîm hemî êvara diçû aqarê gund û berhemê xwe av daye bo nimêja mexreb vegeriyaye, lê dema ku dereng maye, kesûkarên wî telefona wî kirine û li pey wî geriyane û piştre cenazeyê wî dîtine ku li rex rê ketibû”.

Zibêr Îbrahîm dibêje ku dujminatî û pirsgirêka wan bi kesî re nebûye.

Li gorî şahidan dane xuyakirin, cihê 5 guleyan li ser laşê Ebdulrehman Îbrahîm ê 56 salî de hebûne.

Heta niha lêkolîn li ser canjidestdana wî berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst