Li Zaxoyê nûciwanekî 4 gule li hevalê xwe dan û reviya

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Zaxo Teqe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zaxoyê nûciwanekî hevalê xwe bi 4 guleyan birîndar kir. Birîndar niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya awarte ya pizîşkan de ye.

Bûyer şeva Yekşemê 7ê Gulana 2023an di demjimêr 21:00an de çêbûye û li gor zanyariyan, piştî ku di navbera du nûciwanan de nîqaş derdikeve, yek ji wan demançeya xwe derdixe û bi 4 guleyan hevalê xwe birîndar dike.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê, Ehmed Remezan ji Rûdawê re ragihand, ku şevê din li taxa Ebasîkê ya Zaxoyê, nûciwanekî piştî bi hevalê xwe re şer kiriye, ew bi çar guleyan birîndar kiriye û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkan de ye.

Ehmed Remezan got: “Hêzên me hatin agahdarkirin ku li Taxa Ebasîkê şer di navbera du nûciwanan de çêbûye û teqe hatiye kirin. Hêzên me çûne cihê bûyerê û derketiye holê ku yek ji nûciwanan gule berdaye yê din û ew birîndar kiriye.”

Piştî ku polîs çûne cihê buyerê, lêkolînên xwe destpê kirine.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê herwiha da zanîn, niha ew hewl didin ku kesê gule berdane û hevalê xwe birîndar kiriye, desteser bikin.

Di derbarê rewşa tendirustiya kesê birîndar de, Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê Emîr Elî ji Rûdawê re ragihand, gule li zikê wî ketine, lê belê metirsî li ser jiyana wî nîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst