Li Şêrwanê pez ber avê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêrwan a Sêrtê ji ber barana zêde lehî rabû, 30 pez ber avê ketin û telef bûn.

Li gundê Pole ya navçeya Şêrwanê ji ber barana ji nişka ve bariya nêzî 30 bizin û kar ber avê ketin. Ajelên ku ber avê ketin telef bûn. Gundiyan ji rayedaran alîkarî xwestin.

Li navçeya Elbak a Wanê jî ji ber berfa zêde rêya Guzeldereyê ji çûnûhatina wesayîtan re hat girtin.

Ji ber berfa zêde duh li rêya Guzeldereyê ya ku rêya Wan-Colemêrgê ye û 2 hezar û 730 merteyan bilind e hin wesayît di rê de man. Tîmên Rêveberiya Herêma 11emîn a rêyan li herêmê dest bi xebatê kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Qeymeqamtiya Elbakê ve hat dayîn de hat gotin, "Ji bo rêwîtiya bênavber xebat dewam dikin."