Endama Rêveberiya Xweser a Şingalê: PDKê rê nedida lê me ala Iraqê li Şingalê bilind kir

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebereka Rêveberiya Xweser a Şingalê ku PKK ava kiriye û Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) ku rêxistineke ser bi PKKê ya li Şingalê ye, Rîham Hico dibêje, piştî ketina rejîma Sedam Hisên PDKê rê nedida hikûmeta Iraqê ku pêgeha xwe li Şingalê bihêz bike û ti kesî nediwêra ala Iraqê li Şingalê bilind bike, lê Rêveberiya Xweser a Şingalê ku PKKê ava kiriye, bû sedem ku Iraq li Şingalê xwe bihêz bike û Ala Iraqê li Şingalê bê bilindkirin.

Di wan demên dawî de rewşa Şingalê aloztir bûye, bi taybet ku di destpêka meha Gulanê de şer û alozî di navbera hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de derketin û di encama şer de serbazekî artêşa Iraqê û şervanekî YBŞê jiyana xwe ji dest dan.

Di demekê de ku derbarê rewşa Şingalê û çarenivîsa wê de ji gelek aliyên herêmî û navdewletî daxuyaniyên cuda tên dayîn, lê daxuyaniyeke balkêş ji rayedareka Rêveberiya Xweser a Şingalê ya ser bi PKKê ve hat.

Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) ku rêxistineke ser bi PKKê ya li Şingalê ye, Rîham Hico di daxuyaniyekê de bo Çira TV, televîzyoneke Kurdî ye ku PKKê ji bo Kurdên Êzdî vekiriye, behsa bûyerên wê dawiyê yên li Şingalê û rewşa Şingalê bi giştî dike.

Rîham Hico dibêje, di dema êrîşa DAIŞê de eger hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên navdewletî bixwestiban dikarîn Kurdên Êzdî ji êrîşê biparêzin, “lê belê ji ber planên berfireh hebûn, ew yek nekirin.”

Rîham Hico tevgera hêzên artêşa Iraqê li Şingalê weke êrîş bi nav dike û dibêje, êrîşa vê dawiya ya artêşa Iraqê bo ser Şingalê di çarçoveya Rêkeftina 9ê Cotmeha 2020 a di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.

Hikûmeta Iraqê di destê kesekî de ye

Hico bi gotina “Him hikûmeta Iraqê û him jî ya Başûrê Kurdistanê bê îrade ne”, tekez kir: “Îro hikûmeta Iraqê ketiye destê kesekî. Ew kes Kazimî ye. Kazimî jî ji aliyê hêzên derve ve tê birêvebirin.”

Riham Haco, anî ziman ku Amerîka, Iraq û Tirkiyê tifaqek ava kirine û serokên Sunnî yên wekî Xemîs Xencerû Mihemed Helbusî di bin kontrola Tirkiyê de ne û got, “Dibêjin li Şingalê hêzên derqanûnî hene. Lê ji Mûsilê heta Bexdayê li her derê hêzên neqanûnî hene. Li Iraqê gelek tişt hene. Tişta ku li Şingalê qewimî jî bi vê ve girêdayî ye. Dixwazin Şingalê weke herêmeke Sunnî nîşan bidin, ne weke herêmeke Êzdiyan.”

PDKê rê nedida ala Iraqê li Şingalê were bilindkirin lê me bilind kir

Hico herwiha bal kişand ser piştevaniya Rêveberiya Xweser a Şingalê ku ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin, bo hikûmeta Bexdayê û got:

“Ji dema ketina rejîma Seddam heta niha hikûmeta Iraqê bi qasî îro li Şingalê bihêz nebûye. Ji ber ku hikûmeta PDKê rê nedida hikûmeta Iraqê li vir bihêz bibe. Beriya fermanê ne dezgeheke dewletê û ne jî artêşek hebû. Tenê Polîsê Federal hebû. Piştî ku Rêveberiya Xweser a Şingalê hate avakirin, yekemîn car vê meclisê ala Iraqê bilind kir. Berê bi salan bû ku ala Iraqê li Şingalê li ba nedibû. PDK rê nedida vê yekê û bilindkirina vê alê jî ji bo me şerm didît. Lê me got em her tim xelkê vê xakê ne, em girêdayî hikûmeta Iraqê ne, lewma ala Iraqê jî ala me ye. Me got em dê di bin vê alê de xwe birêve bibin.”

Beriya demekê, Kurtay Şengalî yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) jî ji medyaya nêzî PKKê re axivîbû û gotibû, “Me rê da dewleta Iraqê ku were Şingalê. Ji tirsa Pêşmerge nedikarîn bikevin Şingalê. Em tiştekî nepenî nabêjin. Ji Bexdayê diçûn Şamê, ji Şamê diçûn Qamişloyê, me ew ji wir dianîn. YBŞê diçû û ew dianîn.”