Li Wanê dest bi ser 1 ton masî de hat girtin

08-05-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Masiyên Kefal Bêgir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgirê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di kamyonetekê de dest bi ser 1 ton masiyên Kefal de hat girtin ku bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin. Bo şofêrê kamyonetlê jî 11 hezar lîre ceza hat dayîn.

Masiyên Kefal ku yek ji corên taybet ên gola Wanê ne ji bo di demsala biharê de zêde bibin, ji 15ê Nîsanê heta 15ê Temûzê nêçîrkirina wan tê qedexekirin. Lê tevî qedexeyan, beşek ji xelkê navçeyê wê qedexeyê binpê dikin û nêçîra wan dikin.

Tîmên cendermeyan bi hevahengiya Şaxa  Berhemên Avî û Masiyan ser bi Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Bêgirê ji bo di vê serdemê de rê li ber nêçîra masiyên Kefal bê girtin, dest bi xebatan kirine.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, tîmên cendermeyan di çarçoveya wan xebatan de li Taxa Koşkê ya Bêgirê li ser gumanê kamyonetek rawestandin û têde dest bi lêgerînê kirin.

Di encam de tîmên cendermeyan dest danîne ser 1 ton masiyên di kamyonetê de ku bi qaçaxî hatibûn girtin. Herwiha bo şofêrê kamyonetê 11 hezar lîreyên tirkî ceza hat dayîn û çûn û hatina kamyonetê di trafîkê de bo dema 15 rojan hat qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst