Li Xarpêtê ji ber firotina zêrên sexte kesek hat girtin

08-05-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ji 3 gumanbarên ku bi îdiaya firotina zêrên sexte hatibûn destserkirin, 1 ji wan hat girtin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, tîmên Rêveberiya Ewlekariya Xarpêtê bo destserkirina 3 kesên ku li Sûka Zêringiran a Îzetpaşa, zêrên sexte firotibûn 2 zêringiran dest bi lêkolînan kirin.

Di encama lêkolînan de derket holê, ew sê kesên ku zêrên sexte firotine, çûne parêzgeha Meletiyê.

Hêzên ewlekariyê li parêzgeha Meletiyê bi operasyonekê her sê kes destserkirin û anbirinîn Xarpêtê.

Hat ragihandin her sê gumanbar piştî karûbarên yasayî bo dadgehê hatine şandin û 1 ji wan hatiye girtin û herdû gumanbarên din jî bi mercê kontola dadî hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst