Li Hewlêrê kesekê birayê xwe birîndar kir û xwe kuşt

08-05-2020
Hadî Selîmî
Nîqaşa di navbera herdu birayan de veguherî şer
Nîqaşa di navbera herdu birayan de veguherî şer
Nîşan Hewlêr Polîsê Hatinûçûnê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê kesekê birayê xwe bi giranî birîndar kir û dawî li jiyana xwe anî.

Bûyerê li şeqama 60 metrî ya bajarê Hewlêrê rû da. Li gor zanyariyan li nêzikî mizgefta Hacî Murad, birayekê bi guleyê birayê xwe birîndar kir û paşê jî xwe kuşt.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, di navbera du birayan de ku yek ji wan di erk de bû, nîqaşekê rû da û paşê ew nîqaş veguherî şer.

Her li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, ew kesê ku birayê xwe bi giranî birîndar kir, hinekê ji cihê bûyerê dûr ketiye û guleyek li xwe daye û xwe kuştiye.

Li gor şahidhalan, ew kesê ku xwe kuştiye, wisa bawer kiriye ku di encama êrişa wî de birayê wî canê xwe ji dest daye û ji ber hindê çendek piştî bûyerê dawî li jiyana xwe aniye.

Li gor zanyariyan, di navbera wan herdu birayan de pirsgirêkeke malbatî hebûye, piştî bûyerê tîmên polîs û tendirustî gihiştine cihê bûyerê û ew kesê birîndar veguhestine bo nexweşxaneyê û termê kesê xwe kuşt jî birin bo pizîşkiya dadî.

Heta niha sedema pirsgirêka di navbera wan herdu birayan de bi zelalî nehatiye zanîn ku herdu jî karmendên Rêveberiya Polîsê Hatinûçûnê ya Hewlêrê ne.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û malbata wan herdu birayan jî ti zanyariyek li ser bûyerê nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst