Pêşiya Bendava Ilisû tê girtin: Heskîf di bin avê de dimîne

Êlih (Rûdaw) - Biryar e di 10ê Hezîranê de pêşiya Bendava Ilisuyê bê girtin. Piştî ku ava bendavê bilind bibe bajarê dîrokî Heskîf ku dîroka wê digihije 12 hezar sal berê, dê bi temamî di bin avê de bimîne. Dewletê ji bo rûniştvanên Heskîfê bajarekî nû ava kiriye û ji xelkê dixwaze malên xwe yên li Heskîfa dîrokî bar bikin û li Heskîfa nû bi cih bibin.

 

Heskîf bajarekî dîrokî ye, lê niha ne herdu mînareyên dîrokî û ne jî kumbeta Zeynel Beg di vî dîmenî de xuya dikin.

 

Beşek ji berhemên dîrokî ji vî bajarê kevnar derxistine û birine li Heskîfa nû danîne. Ji ber vê yekê Heskîf niha bêyî van berhemên xwe yên dîrokî weke bajarekî kavil û westiyayî dixuye.

 

Biryara dewletê ew e ku xelkê Heskîfê jî weke berhemên wê yên dîrokî ji vî bajarî bar bikin û biçin li bajarê nû bi cih bibin. Ehmed Çoban jî yek ji van kesan e ku dê heta çend mehan mal û dikana xwe bibe bajarê nû. Lê ew ne bi xemgînî bi dilxweşî diçe.

 

Şêniyê Heskîfê Ehmed Çoban ji Rûdawê re diyar kir: “Heta 2004an min jî nedixwest ji vir biçim. Lê hatin gotin em ê ji we re bajarekî nû çêkin. Ev berhemên dîrokî gotin em ê nehêlin di bin avê de bimînin û bibin bajarê nû. Hûn çawa dixwazin bijîn em ê cihekî wisa ji we re çêkin. Dewletê her tiştî kir. Hikûmeta me her tiştekî baş kir.”

 

Mehdî Çigicî jî yek ji wan kesan e ku dê kargeh û xaniyê wî di bin avê de bimîne. Ew dibêje dewletê li ser axa wan bajarekî nû çêkiriye lê li ser axa wan ji wan re cihê xanî û dikanê diyar nekiriye.

 

Welatiyê ji Heskîfê Mehdî Çîgîcî destnîşan kir: “Di nava vê bendavê de, cihê ku bendav tê ser gundê zirarmend herdu neî, Serpirê û Qurê. Cih ji van re tune ye. Ji yên din re cih heye ji van herdu gundan re cih tune ye. Em dixwazin cihê di nava erdê me de, li ber Heskîfê cihê me nîşan bikin. Bibêjin cihê we ev der e û em jî cihê xwe çêkin.”

 

Li bajarê nû yê Heskîfê heta niha nêzî 800 xanî hatine lêkirin. Biryar e pêşiya ava bendava Ilisû ango Germavê di 10ê Hezîranê de bê girtin û Heskîfa dîrokî bi temamî di binê avê de bimîne. Lê digel vê yekê jî hêj avakirina bajarê nû temam nebûye.

 

Şaredarê Heskîfê Evdilwehab Kusen eşkere kir: “Niha 707 xanî hatine çêkirin. Beriya niha jî nêzikî 100 xanî hatibûn çêkirin. Teqrîben li bajarê nû dê hezar xanî bên lêkirin. Her kesek pişk avêtiye û nav û xaniyê her kesî niha nîşan bûye. Teqrîben heta 3-4 mehan dê bajar tev veguhêzin bajarê nû.”

 

Dewletê heta niha ji bo xelk di hêla mal û milk de zirarê nebînin çi pere çi jî xanî û dikan bin, li şêniyên Heskîfê belav kirine. Kêm kes hene ku wan û dewletê hêj li hev nekiribin.