Kampanya 'Serhildana Vegera ji bo Efrînê' dest pê kiriye

08-05-2018
Îvan Hesîb
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûdawa Rojava Efrîn Veger Koçber
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Ev çend rojin ku kampanya bi navê Serhildana Vegera ji bo Efrînê destpê kiriye, li gorî agahiyan heya niha bi sedan ji koçberên Efrînê vegeriyane ser mal û milkên xwe. Partiyeke rêveberiya xweser jî diyar dike ku ew piştevaniya vegera koçberên Efrînê dikin lê divê civaka navdewletî garantorê wê piroseyê be. Herwiha ENKSê jî dibêje, ew ji destpêka êrîşa li ser Efrînê ve ne digel derketina xelkên wê bûn, ji ber ku ev koçberî dibe sedem ku guhertina demografî lê wê navçeyê rû bide.

 

Di ҫarҫeweya kampnya bi navê "Serhildana Vegera bo Efrînê" bi sedan ji koҫberên Efrînê vegeriyan gund û malên xwe.

 

Beşek ji xelkê Efrînê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên opezosyon Sûriyê koҫber bibûn, kampanya bi navê "Serhildana Vegera bo Efrînê" ragihandin û bi sedan vedigerin ser mal û milkên xwe.

 

Partiya Çep a Kurd ku yek ji partiyên Rêveberiya xweser e bi erênî li vegera xelkên Efrînê dinere lê ji kampîna Serlêdana Vegera bo Efrînê bi guman e.

 

Derbarê vê mijarê de Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemed Mûsê ji Rûdawê re wiha got: “Hine projeyên siyasî li pişt vê kampanyayê hene. Hinek alî dixwazin fişarê ber bi vî alî ve bikin. Em ne li dijî vegerê ne, lê ev vegera hanê divê di ҫarҫoweya hin şert û mercan de be û bi garantiyek navdewltî be û aramiya xelkên Efrînê bê parastin.”

 

Hin aliyên siyasî bi awayekî bi hêz piştgiriya xwe ji kampanya navborî re nîşan didin û ji xelkên Efrînê bi giştî dixwazin ku vegerin deverên xwe.

 

Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) dide zanîn ku ew dê dest bi tevgereke li ser asta navdewletî û herêmî jî bike heta ku xelkên Efrînê vegerin malên xwe û bi aramî li herêma xwe bijîn.

 

Serkirdeyê Partiya Yekîtiya Kurd Silêman Oso jî got: “Em piştgirya vê kampanyayê dikin, emê careke din jî fişarê li ser asta navdewletî û herêmî bikin, hewl bidin ku ev ҫekdarên li Efrînê miletê me wan qebûl nakin. Em daxwazê ji Tirkiyê dikin, ku bi erkê xwe rabe weke welatekî dagirker, li gor yasaya navdewletî xizmetguzariyê ji xelkên Efrînê re pêşkêş bike û rêvberiya Efrînê radestî xelkên wê bike.”

 

Li gor zanyariyên taybet bêhtir ji 300 kesî ji koçberên Efrînê bi rêya Rêbenda Kîmarê vegeriyane nav Herêma Efrînê, heman rewş li rêbenda Tirindê jî heye, ku koçber bi peyatî derbasî nav xaka Efîrnê dibin. Lê heta niha, rê li ber vegera otomobîl û traktoran girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst