Li Mêrdînê geştiyarî dîsa geş dibe

08-05-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Mêrdîn
Mêrdîn
Nîşan Mêrdîn Geştiyarî Bakurê Kurdistanê Nîsan Adar
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) – Li bajarê Mêrdînê li gor par geştariyê ji sedî 53 zêde bûye.


Bi salan e ku bajarê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê wek bajarê geştyariyê navê xwe belav kiriye. 


Her çend, ji ber şer alozî û xirêcirên bajarokê wê yên wek Nisêbîn û Kerboranê sala borî geştyarî hatibû ber asta têkçûyînê jî,  amarên îsal dide nişan ku geştyariya Mêrdînê ji nû ve geş dibe û li gor raporeke parêzgariyê Mêrdînê  îsal geştyarî li gor sala borî  ji sedî 53 zêde bûye.


Li bajarê Mêrdînê li aliyek beriyeke bê sînor, li aliyek dîroka ku li ser kevir kojandî heye.


Ji ber şer alozî û bûyerên Nisêbin û bajarokên derdorê wê, sala borî geştyarî têk çûbû û 44 otêlên nav bajêr hatibûn ber îflasê, niha werzeke nû hat û liv û tevgereke berbiçav li nav Mêrdînê ye.


Serokê Çand û Geştyariya Bajêr dibeje ku dane û amarên berdest hêviyeke mezin dide wan.


Serokê Çand û Geştyariya bajarê Mêrdînê Eladîn Aydin ji Rûdawê re wiha got: “Geştyarî weke însanên diltenik,  zû dixeyîde û zû jî li hev tê. Di demên protestoyên Kobanî de geştyar bi carekê ji Mêrdînê qut bûn. Lê hîn demek dirêj derbas nebibû disa liv û tevger kete nav bajarê Mêrdinê.”


Li Mêrdînê ev demsal destpêka hatina geştyaran e ango hîn ne werza qelebalix a geştyariyê ye, lê birevêbirên otêlan dibêjin ku kapasiteya tijebûna otêlên wan  ji niha ve gihiştiye ji sedî 70.


Birêvebirê Otêla Mêrdînê Umit Ok jî got: “Li gor sala borî rewşa me îsal gelek baştir e. Ji niha ve otêlên me hatine ber tijebûnê. Heke wiha bimeşe dê sala were emê asta rêjeya salên proseya aşîtiyê bidestbixin, hêviya me bi vê rengê ye.”


Li Mêrdînê di vê werzê de bêhtir, hatûçuyîna xwendekaran heye, ji niha ve basên geştyaran li nav bajêr zêde bûne û rêvebirên kompanyayên geştyariyê jî dibêjin em hêdî hêdî bi ser xwe ve tên.


Rêvebirê Kompanyaya Geştyariyê Kamil Turkmen jî wiha axivî: “Geştyarî 3 sal e ku li welatê me nemabû, hêdî hêdî niha bi ser xwe va tê, lê zêdeyên geştyaran ji herêma me ne, yên Tirkiye û dervayî welat hîn nayine welatê me.”


Geştyarên Mêrdînê dema li nav bajêr digerin wek di pêşengeheke servekirî de bigerin bi kelecan in li aliyeke dîrok û li aliyeke xweşbûyînên sirûştî, ango geştyar ji bo ku xwe li Mêrdînê bigirin, dibêjin ku gelek sedemên me hene.


Li Mêrdînê 44 tesîsên geştyariyê di heman demê de dikare  xizmetguzariya 7 hezar kesan bike.


 Li gor rapora geştyariyê ya Parêzgariya Mêrdînê tenê di mehên Adar û Nîsanê de li gor sala borî geştyarî ji sedî 53 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst