KOMKUJIYA ŞINGALÊ – Kurdên êzidî li dijî DAIŞê hezar û 500 gilî tomar kirine

08-05-2017
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgeyan
Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgeyan
Nîşan Şingal Kurdên Êzidî Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgeyan
A+ A-

Duhok  (Rûdaw) – Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgeyan a Duhokê, hezar 500 giliyên kurdên êzidî yên li dijî tewanên DAIŞê tomar kirine, dixwaze van belge û gilînameyan ji bo doza “Komkujiya Şingalê” bikar bîne û herwiha daxwaz bike, ku ev karesat weke “Jenosîd” were naskirin.

 

Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgeyan di sala 2014ê de, piştî karesata Şingalê hatiye damezrandin. Deste her roj pêşwazî li kurdên êzidî yên mexdûrê êrîşên DAIŞê dike, guh dide giliyên wan da ku li navendên navdewletî weke belge bikar bîne.

 

Dawid Salim kurdekî êzidî ye, ku xwîşka wî Wefa beriya 2 mehan ji destê DAIŞê rizgar bûye. Dawid û Wefa belgeyên xwe yên pêwîst amade kirin û li dadgehê, li dijî çekdarên DAIŞê gilî tomar kirin.

 

Dawid dibêje; “Xwîşka min ji destê DAIŞê rizgar bû. Ezê doza wî bibim Dadgeha Jenosîdê ya Duhokê. Daxwaza mafên wê bikim. Ne tenê xwîşka min, bi hezaran keç û jinên me stema DAIŞê dîtin.”

 

Wefa Salim jî piştî ku li dadgehê gilî tomar kir, ji Rûdawê re got; “Hemû xelkê gundê Koço girtin. Bav û birayên me kuştin. Keç û jin jî kirine koleyê xwe. Bi zorê ligel me zewicîn, em kirin misliman. Ez hatime gilî bikim da ku hemû cîhan bizane ka çi bi serê me de hat.”

 

Piştî tomarkirina giliyan, gotinên gilîkaran li gorî standartên navdewletî tên dokûmentkirin da ku weke belgenameyên yasayî werin bikaranîn.

 

Serokê Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgeyan Hakim Eymen Mistefa jî diyar kir; “Em li gorî yasayan giliyên wan qebûl dikin, guh didin axaftinên gilîkaran û heger hebin şahid û dîdevanan guhdar dikin.”

 

Ji sala 2014ê ve zêdetirî hezar û 500 giliyan li cem Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgeyan hatine tomarkirin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst