Kakşar Oremar: Her tişt ne di destê PYDê de ye

08-05-2016
RÛDAW
Kakşar Oremar
Kakşar Oremar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevanê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê piştî serdana xwe bo Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Li Rojavayê Kurdistanê her tişt bi şêweyeke sîstematîk û demokratîk birêve diçe.”

  

Kakşar Oremar ku di van demên dawiyê de serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye, derbarê rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand: “Hemû tişt bi şêweyeke sîstematîk birêve diçe û di heyama 5 salên borî de pêşveçûnek baş û deskevtên mezin hatine bidestxistin.”

 

Oremar ji bo gotinên xwe mînak tîne û dibêje: “Sîstemekî demokratîk heye, bo mînak tabloyên saziyan bi her 3 zimanên Kurd, Eebî û Suryanî hatine nivîsandin. Di aliyê siyasetê de jî, ew yek her rast e. Ji wê zêdetir, hêzên ewlehiyê jî tenê Kurd nînin. Bo mînak deverên ku ereb têde dijîn, ereb bi xwe îdareya xwe dikin nek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD). Ji ber wê jî ev yek rast nîne, ku dibêjin PYD bi tenê desthilatdar e û hemû tişt di destê PYDê de ye.”

 

Derbarê dilgiraniyên aliyên din ên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de jî, ku dibêjin PYD rê nade ku ew li Rojavayê Kurdistanê siyasetê bikin û çalakiyan lidar bixin, Kakşar Oremar got: “Ev yek rast nîne û rê bi çalakiyên aliyên din jî tê dan. Ew gotin tenê axavtine û di rastiyê de tiştek wisa nîne.”

 

Li ser şerê wan demên dawiyê yê li bajarê Qamişlo de jî, Oremar d axuyakirin, ku di dema şer de ew bi xwe jî li wir bûye. Kakşar Oremar got: “Destpêkê hêzên Hikûmeta Sûriyê dest bi êrişê û teqekirinê kirin û piştre hêzên Asayişa Qamişlo bersiv dan.”

 

Wî rojnamevanê Kurd got, hêzên Asayişa Qamişlo bersivek tund dan hêzên hikûmetê û di destpêka şer de 8 hêzên asayişa hikûmeta Sûriyê di cih de kuştin.

 

Derbarê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê de jî Kakşar Oremar destnîşan kir, Kobanê bajarekî zindî ye û bajarê evîndarî û berxwedanê ye. Oremar got: “Kobanê nasnameya Rojavayê Kurdistanê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst