Rojavayî û Rojhilatî: Mehabad ne bi tenê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê, kurdên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn û piştgiriya xwepêşandanên Mehabadê yên şermezarkirina mirina bi guman a keça kurd Ferînaz Xusrewanî kirin.

 

Ev du roj in li Mehabadê xwepêşandan ji bo şermezarkirina mirina bi guman a keça kurd Ferînaz Xusrewanî tê kirin.

 

Li her çar aliyên Kurdistanê çalakî û meşên piştgiriyê ji bo xwepêşandana Mehabadê tên kirin. Li bajarê Hewlêrê jî komek kurdên Rojava û Rojhilatî nerazîbûna xwe li hember siyaseta rêjîma Îranê li hember kurdan û mirina bi guman a Ferînazê anîn ziman.

 

Yek ji kesên ku tevlî çalakiyê bibû, ji Rûdawê re got, em hatine vir bêjin ku Mehabad ne bi tenê ye…