Zilamekî temen 49 salî li Hewlêrê hat kuştin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Zilamekî temen 49 salî li bajarê Hewlêrê hat kuştin û berdevkê polîsên Hewlêrê dibêje ku 3 kes bigumana encamdana vî karî hatine girtin.

Berdevkê polîsên Hewlêrê, Karwan Ebdulkerîm ji Tora Mesdyayî ya Rûdawê re got: “Demjimêr 16:55 bi dema Hewlêrê zaniyarî gihan me ku bûyereke kuştinê li taxa 121 Gulan çêbûye.”

Herwiha Karwan Ebdulkerîm got: “Piştî ku em gihan cihê bûyer, me dît ku kesek bi navê B.E.N ji dayikbûyî sala 1965an li nava mala xwe hatiye kuştin.”

Navhatî amaje kir ku B.E.N fermanber bû û cihê eşkenceyê li ser laşê wî diyar bû lewma guman tê kirin ku hatibe xenqandin.

Herwiha berdevkê polîsên Hewlêrê aşkere jî kir ku 3ê kesên biguman li ser encamdana vî karî hatine girtin û lêkolînên li ser vê bûyerê berdewamin.