Muftî: Kengî em rêkeftin dê hikûmet pêk bê

08-05-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ednan Muftî dibêje niha baştire ku yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê neyê pijrandnin û radighêne ku Parlamentoya Kurdistanê li ser pirsa pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê jî lez kiriye.

Duha, 07.05.2014, di rûniştina duyem ya xula çarem a Parlamentoya Kurdistanê de, bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku di heyama yek hefetyê de serokê hikûmetê û cîgirê wî bên binavkirin.

Di vê barê de endamê polîtburoya YNK Ednan Muftî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Ez nikarêm bêjim ka emê di wê demê de rêkevin yan na, ev yek girêdayê danûstandinan ne, eger heye ku ev yek di du rojan de bê yek alîkirin û eger heye jî ku 10 rojan de be, kengî me lihev kir emê ragihînin.”

Herwiha Mûftî balkişand li ser li ser yasya Serokatiya Herêma Kurdistanê û got: “Nabe ku ew yasay niha bê pijranidn, baştire ku bimîne piştî ragihandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê.”

Herwiha Muftî birayara Parlamentoya Kurdistanê bi dayîna yek hefteyê bo diyarkirina serokê hikûmetê û cîgirê wî bi biryarek “Ne serkeftî” da znîn û wiha berdewam kir: “Ew birayrek neserkeftî û nelojîkî ye, pêwsît bû lez di vê babetê de behatiba kirin, ji ber ku hemû aliyek di nava parlamentoyê de dizanin ku danpstandin berdewamin, ez hêvî dikim ku bi zûtirîn deme m bighin encamekê û hikûmet pêk bê.”

Derbarê têkiliyên navbera YNK û PDK de, Muftî wiha da zanîn: “Têkiliyên me ligel PDK berdewamin kengî en nêzîkî rêkeftinê bûn em lihev rûnin.” Herwiha red kir ku Qubad Talebanî yan Hakim Qadir bi awayekî fermî hatibin diyarkirin bo posta cîgirê serokwezîr û got: “Heta niha behsa ti kesî nehatiye kirine ew hemû texmînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst