Hewlêr (Rûdaw) - Endam û werzişvanên Komeleya Çiyagerî û Werzişvaniyê ya Vadî Dogayê li qeraxên Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê geşteke xwezayî kir.
Bi hatina biharê re geşt û meşên xwezayê zêde bûne.
Komeleya Vadî Dogayê vê hefteyê berê xwe da Gola Wanê û Girava Çarpanakê.
Serokê Komeleya Vadî Dogayê dîmenên geşta xwe ji Rûdawê re şandin û banga beşdariya geşt û gerên xwezayê kir.
Serokê Komeleya Vadî Dogayê Omer Demez got:
“Îro geşta me ya xwezayê ye, em hatin Girava Çarpanakê.
Em vê gavê li ser giravê ne, li destê min ê rastê Çiyayê Sîpanê û li destê çepê Çiyayê Reş ê Wanê heye.
Îro em 105 kes beşdarî vê meş û geştê bûne.
Gelek hevalên xweş û hêja hatine. Niha li vê derê dema teyr, hêlûn û qurqê ye.
Wexta hûn hatin vê derê teyr û hêlûnên wan biparêzin.
Eger em zererê bidin hêlûnên wan em dê zererê bidin xwe.
Xwezayê biparêzin da ku em xwe biparêzin.”
“Bila hişyarî teyran û hêlûnên wan bin”
Yek ji armancên geştên komeleyê balkişandina ser parastina jîngehê ye.
Werzişvan û geştyarên beşdarî çalakiyan dibin girîngiya parastina jîngehê tînin ziman.
Geştyara bi navê Ebruyê jî anî ziman:
“Gelek xweş e û ez gelekî kêfxweş im. Ez hez dikim her kes were vê derê. Cihekî gelekî xweş e.
Kesên têne vê derê bila gelekî hişyarî teyran û hêlûnên wan bin.
Em li vê derê mêvan in û divê zererê nedin teyran.”
Rojbîna ku tevlî gerê bûbû jî da zanîn:
“Ev der gelekî xweş e, bêhn û hewaya wê gelekî xweş e û me gelek eciband.
Ez cara yekem hatim vê giravê, bila her kes were, gelekî xweş e.
Mirovên têne vê derê bila gelek baldarî teyr û çûkan bin, hêkên wan hene bila biparêzin.”
Komeleya Çiyagerî û Werzişvaniyê ya Vadî Dogayê sala 2012an hat avakirin.
Ew her hefte li herêmên geştyarî û xwezayî yên Bakurê Kurdistanê digerin û dide nasîn.
Ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çiyager, werzişvan û jîngehparêz beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse