Tuncer Bakirhan: Hikûmetê ji bo pêvajoyê gav neavêtiye

08-04-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan behsa pêvajo çareseriyê kir û got,”Hikûmetê heta niha ji bo pêvajoyê ti gav neavêtine û tecrîda li Îmraliyê berdewam dike.”

Tuncer Bakirhan di koma civîna DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de diaxive.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê amaje bi pêvajoya çareseriyê kir û got:

Birêz Ocalan 27ê Sibatê bangek kir. Ser ve 40 roj derbas bûn. Yên berê digotin '40 qediya'.

Bi awayekî fermî em 40 roj in rastî jî aştiyê nîqaş dikin.

Me di civînên bi we re gotibû ku destpêkeke nû ye. Me hêvî da we. Gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê wekî ti carî nebûye ji bo aştiyê bi hev ve girêdayî ne.

Hevalên me yên ku beşdarî meydanên Newrozê û çalakiyên Newrozê bûne, jî baş dizanin. Bawer bin, ez jî beşdarî mezintirîn Newrozan bûm. Kedkarên li wir, gelan, piştgiriya xwe ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan anîn zimên.

Piştgirî dan, deng dan. Êdî çav û guhên cîhanê li ser Tirkiyeyê ye. Yanî li ser dewletê, desthilatê. Li ser gavên ku ew dê biavêjin.

Lê belê li ser gavên ku tên hêvîkirinehetîyek heye. Mijara bingehîn a Tirkiyeyê tê nîqaşkirin lê rewşeke seknek heye.

Gelo kesî dizane bi seknê li kîjan cihê cîhanê aştî hatiye?

“Aştî bi rûniştinê pêk nayê"

Madem me 40 derbas kirin; êdî em dixwazin tiştên nû bibihîzin, tiştên nû nîqaş bikin.

Ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê ye, daxwaza tevahiya civakê ye. Me got demokrasî ne tiştekî mirov jê bitirse, nirxeke mirov lê xwedî derkeve, rûmeteke.

Me got, dema tirsê ne, dema cesaret û mêrxasiyê ye. Me got, em ne alîgirên aloziyê ne, em alîgirên lihevkirin û aştiya demokratîk in û em dê berdewam bikin.

Ji aliyê desthilata bicihkar ve helwesteke ku civakê bawer bike yan ewle bike nayê nîşandan. Em jî bi awayekî normal dipirsin; gelo aştî tişteke ku mirov jê bitirse?

Gelo aştî tişteke ku mirov jê şerm bike? Gelo aştî tişteke ku di navbera serkeftin-têkçûnê de ji ber hesabên biçûk, teng ên siyasî bê qurbankirine?

Gelo aştî diyardeyeke ku bi seknê, bi belavkirina li demê bi xwe tê?

Yan jî karê hewldaneke mezin û kedê ye? Em van pirsan, di hizûra we de pêşî li desthilatê û li rêveberan dikin.

Çi qasî ji nîqaşkirina aştiyê dûr bê sekinandin, aştî bê paşxistin wekî li Stenbolê sepandinên dijî demokratîk zêde bibin, dê çawa bawerî bê avakirin?

Kurd, kedkar dê çawa bawer bikin? Gelo welatiyên wekhev û azad bi vî rengî pêk tê?

Ji kerema xwe, bila yek ji desthilatê derkeve û bersiva van pirsên me yên ku me berî demekê kir bide.

"Tecrîda li Îmraliyê berdewam dike"

Aştî ne tiştekî wisa ye ku ji ber xwe ve pêk were, divê desthilat gavan biavêje.

Aştî bi temaşekirin û rûniştin û bêdengiyê pêk nayê. Malbatên girtiyên Îmraliyê di cejnê de çûn serdana wan.

Tecrîda li ser Îmraliyê berdewam dike. Ez fam nakim çima tecrîda li Îmraliyê berdewam dike.

Ji bo aştiyê pêngava yekem divê tecrîda li ser Ocalan rakin. Rêzdar Ocalan ji bo aştiyeke mayînde dixebite lê hikûmet gavan navêje.

Dikarin mafê hêviyê were bicihanîn û girtiyên nexweş bi lez ji girtiyan bên derxistin.”

"Bila meclis paketa ewleyî û demokrasiyê derxe"

Bakirhan li dawiya axaftina xwe bang li Parlamentoya Tirkiyeyê kir û xwest ku "paketa ewleyî û demokrasiyê" bê derxistin. Bakırhan pêşniyarên xwe bi vî rengî rêz kirin:

"Prensîba welatîbûna wekhev û azad dikare bi yasayên berbiçav were garantîkirin, Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê dikare bi hemû partiyan re biaxive û deqeke lihevkirinê amade bike.

Dikare komîsyoneke taybet were avakirin. Pêvajoya çekdanînê yasayeke taybet pêwîst dike.

Divê di vê mijarê de tiştekî lezgîn were kirin. Sepandina qeyûman dikare bê rakirin û guherînên pêwîst bên kirin.

Şaredarên ku hatine dûrxistin dikarin vegerin ser karên xwe.

Girtiyên nexweş dikarin bên berdan. Girîng e ku mafê hêviyê were rojevê.

Şertên xebatê yên azad ji bo Birêz Ocalan dikarin bên sazkirin. Êdî divê ramanên siyasî ji qada sûc derkevin.

Êdî divê qanûna têkoşîna bi terorê were guhertin. Meclis dikare di vê mijarê de gavên bi lez biavêje.

Em pêşniyar dikin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî ya Bilind bên bicihkirin.

Bakirhan, li ser hevdîtina Recep Tayyip Erdogan re jî got, "Em hêvî dikin ku di nav hefteyê de bibe, hîn demjimêra wê ne diyar e.

Tenê li ser bingeha daxuyaniyên Berdevkê AK Partiyê dibêjin. Hîn ti tişt ji me re nehatiye ragihandin. Em hêvî dikin ku bibe."

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk doh diyar kir ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan vê hefteyê bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re bicive. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst