Pêşmergeyekî ji ber birûskê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku îro berê sibehê birûskê li Pêşmergeyekî daye.

Wezaretê destnîşan kir ku dema ew Pêşmerge li ser erkê xwe bû birûskê lê daye û wî canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, bûyerê saet 06:00ê sibehê li gundê Castanê rû daye.

Hat ragihandin ku navê wî Pêşmergeyî Ebdulxefûr Kewşû Mihemed e.

Ebdulxefûr Kewşû Mihemed ji qezaya Xebatê ya Hewlêrê bû û bavê çar zarokan bû.