Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mazbata stand

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrên serkeftî yên DEM Partiyê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun îro mazbataya xwe stand.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de berbijêrên DEM Partiyê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji sedî 64,09ê dengan bi dest xistin û bi ser ketin.

Berbijêrê AK Partiyê Mehmet Halis Bilden jî ji sedî 16,83ê dengan bi dest xist.

Tevî ku di ser hilbijartinê re 8 roj derbas bûne jî ji ber îtiraza AK Partiyê mazbataya Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun nehatibû dayîn.

Lijneya Hilbijartinan a Amedê piştî lêkolîna li ser îtirazên AK Partiyê biryar da ku îro saet 11:00an mazbataya Serra Bucak û Dogan Hatun were dayîn.

Piştî vê biryarê, berbijêrên serkeftî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun mazbataya xwe stand.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê ji Rûdawê re got:

“Em dê di 5 salên pêş me de bi projeyên ku gelê me heq kiriye xizmetê bikin.

Ev keda gelê Amedê ye. Gel piştî 8 salan a qeyûman ev serkeftin heq kir.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî anî ziman, “Ji gelê me re pîroz be.”

Li parêzgeha Amedê hevserokên şaredariyan ên navçeyên ku DEM Partiyê bi dest xistin jî mazbatayên xwe standin.

Serra Bucak kî ye?

Ji navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye û neviya Serokê yekem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye Faîq Bucak e.

Ew sala 1976an li Amedê ji dayik bûye û piraniya jiyana xwe li Almanyayê derbas kiriye.

Li Zanîngeha Kolnê ya Almanyayê beşa Ziman û Edebiyata Almanî xwendiye.

Sala 2006an vegeriya Amedê û di navbera salên 2006-2011an de koordînatoriya Mala Piştgiriyê ya Perwerdeyê ya Şaredariya Rezanê kir.

Sala 2014an bû Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û heta sala 2016an ku qeyûm hat danîn wekî Şêwirmenda Hevserokê Şaredariyê xebitî.

Ji sala 2022yan ve di rêveberiya Partiya Çep a Kesk a Amedê de ye.

Zewicî ye û 2 zarokên wê hene.

Dogan Hatun kî ye?

Sala 1985an li navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa Endazyariya Madenê qedandiye.

Di navbera salên 2016-2023yan de Hevserokê Odeya Endazyarên Madenê ya Amedê bû.

Di navbera salên 2018-2022yan de Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajarê Amedê ya Yekîtiya Odeyên Endezyarên Madenê ya Tirkiyeyê bû.