DEM Partiyê Şaredariyê Xelfetiyê standibû: Kelûpelên şaredariyê hatin dizîn

08-04-2024
RÛDAW
Kelûpelên şaredariyê hatin dizîn
Kelûpelên şaredariyê hatin dizîn
Nîşan Şaredariya Xelfetiyê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelfetiyê ya parêzgeha Rihayê 7ê Nîsanê piştî ku diyar bû hilbijartin dubare nabin kelûpel û sîstema kamereya şaredariyê ji aliyê hinek kesan ve hatin birin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de berbijêrê DEM Partiyê ji 39,45ê dengan bi dest xistin û bi ser ket.

Berbijêrê AK Partiyê Şeref Albayrak ku berê wekî qeyûm hatibû danîn ji sedî 34,97ê dengan bi dest xist.

Lijneya Hilbijartinan a Xelfetiyê, li ser îtiraza AK Partiyê hilbijartin betal kirin û biryar da ku 2yê Hezîranê hilbijartin dubare werin kirin.

DEM Partiyê li dijî biryarê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Rihayê da lê îtiraz hat redkirin.

Piştî redkirina îtirazê DEM Partiyê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) da û xwest ku hilbijartin neyên dubarekirin.

Lijneya Bilind Hilbijartinan a Tirkiyeyê îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku mazbataya Hevserokên Şaredariya Xelfetiyê were dayîn.

Berbijêrên DEM Partiyê yên Hevserokatiya Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram dê îro saet 16:00an mazbataya xwe bistînin.

Şeva borî hinek kesan hejmarek kelûpel, belge û sîstema kamerayê ya şaredariyê li barhilgirekê kirin û birin.

Dîmenên dema barkirina kelûpel û belgeyan li ser torên civakî hatin belavkirin.

Di dîmenan de diyar dibe ku 4-5 kes kelûpel û belgeyan li barhilgirê bar dikin.

Piştî belavkirina dîmenan hevserokên Şaredariya Xelfetiyê yên DEM Partiyê û endamên Meclîsa Şaredariyê çûn şaredariyê û dîmenên nav şaredariyê belav kirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku sîstema elektronîk a kamerayan jî hatiye jêkirin û birin.

Şaredarê Xelfetiyê, berî hilbijartinên 31ê Adara 2024an jî 150 parçe erdên avadankirinê firotibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst