Li bajarên bakurê welêt baran dibare: Hişyarî hat dayîn!

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Baran Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku ji bilî Îdir û Erdexanê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê barana gur dibare, li hejmarek bajarên Serhedê jî berf dibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo bajarên Wan, Şirnex û Colemêrgê di asta zer de hişyariya baranê da.

Herwiha li derdora bajarên Amed, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê jî barana gur dibare û li herêmên bilind ên Erzirom, Qers û Wanê jî berf dibare.

Ji bo welatiyên ku li van bajaran dijîn hişyariya lehî, birûsk, zîpik, pirsgirêkên trafîkê û ji bo herêmên bilind hişyariya aşûtê hatiye dayîn û daxwaz hatiye kirin ku welatî tedbîrên pêwîst wergirin.

Li gorî Saziya Keşnasiyê pileya germahiyê bi awayekî cidî naguhere û dê li gorî asta demsalê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst