Li Başûrê Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê diyar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku roja Çarşemê yekem roja Cejna Remezanê ye.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştewan Sadiq di civîneke çapemeniyê de yekem roja Cejna Remezanê eşkere kir û pîrozbahî li hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê kir.
Piştewan Sadiq ragihand ku roja Çarşemê 10ê Nîsana 2024an roja yekem a Cejna Remezanê ye.
Li aliyê din, Dadgeha Bilind a Siûdiyê jî diyar kir ku sibê meha Remezanê temam dibe û dusibe roja yekem a cejnê ye.
Lijneya Dîtina Heyvê ya Herêma Kurdistanê roja yekem a cejnê diyar kir#CejnaRemezan pic.twitter.com/xUmECKU3YE
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 8, 2024