Hozan Canê: Divê darizandin êdî bi dawî bibe, pir dirêj bû

Hewlêr (Rûdaw) – Rûniştina doza ku Hunermend Hozan Canê li dijî “Canê Heyran” a dengê wê bikar anîbû vekiriye dê 10 Nîsanê de birêve biçe. Hozan Canê got, “Divê darizandin êdî bi dawî bibe, pir dirêj bû. Hemû CD, tiştên ku gotiye li holê ne, şahid gelek hene.”

Li Başûrê Kurdistanê jinekê xwe wek Hozan Canê dabû naskirin û beşdarî bername û çalakiyan dibû û stran digotin. Piştî ku ev hat zanîn, li ser jina ku xwe wek “Canê Heyran” dide nasîn doz hat vekirin û yekemîn rûniştina wê dozê di 20ê Çileya 2020an de li Hewlêrê birêve çû. Rûniştineke din a wê dozê dê di 10 Nîsana 2023an de birêve biçe.

Hozan Canê beşdarî bultena Nûroj a Rûdaw TVyê bû û li ser doza ku li dijî “Canê Heyran” vekiriye axivî.

Hozan Canê berî ku behsa dozê bike, spasiyên xwe pêşkêşî “malbata Rûdawê” kirin û Remezana her kesî pîroz kir.

Hozan Canê got, “Rûniştin di 10 mehê de ye, ji ber ku ez li Almanyayê dijîm ez nikarim beşdarî hemû rûniştinan bibim. Ez bi xwe 3 caran beşdar bûm, hêvî dikim ku biryareke baş bê dayîn. Heqê min hate xwarin, tenê dengê min nehatiye dizîn, ji aliyê madî û manewî dizî ji min kirin, kesayet û exlaqa min di tiştên pir xirab de bikar anîn.”

“Divê darizandin êdî bi dawî bibe, pir dirêj bû”

Hozan Canê gazinên xwe ji dadgeriyê kirin û anî ziman, “Divê darizandin êdî bi dawî bibe, pir dirêj bû. Hemû CD, tiştên ku gotiye li holê ne, şahid gelek hene. Belkî me bi hezaran vîdeoyên wê radest kirine. Vîdeoyên ku bi xwe di kanalan de axiviye li ber berdestê dadgehê hene.”

Hozan Canê her wiha destnîşan kir ku “Canê Heyran” ji xeynî Rûdawê di hemû kanalên Kurdistanê de derketiye.

Hozan Canê her wiha anî ziman, “Ew beşdarî hemû şev û konserên fermî xwe Hozan Canê daye naskirin û derketiye. Dengê min playback kiriye û her kes çepikan jê re lê dixin û pereyan ser de direşînin.”

Hozan Canê bang li gelê Kurdistanê kir û got, “Wê gel û kanal jî xapandine, divê her kes dozê lê veke.”

Hozan Canê daxwaz ji dadgehê kir ku mafên wê yê madî û manewî hemû ji “Canê Heyran” werin wergirtin.

Hunermenda Kurd Hozan Canê di navbera 6-17ê Adara 2023an de beşdarî Civîna 67emîn a Komîsyona Statuya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku li navenda Netewên Yekbûyî New Yorkê tê lidarxistin bibû.

Hozan Canê li ser beşdariya xwe di wê civînê de anî ziman, “Ez gelekî baş hatim pêşwazîkirin. Ez bi navê jinên çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûm û me zor û zehmetiyên ku jinên li Rojhilata Navîn dikişînin nîqaş kirin.”

Hozan Canê ku navê wê yê resen Seîde Înanç e, bi hinceta ku “endama rêkxistineke terorîstî” ye, di 22ê Hezîrana 2018an de li Tirkiyê hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jê re hatibû birîn.

Canê, 2 sal û 5 mehan di girtîgehê de ma lê piştre bi biryara Dadgeha Pêdeçûnê (Temyîzê) di 1ê Cotmeha 2020an de bi merc hat berdan.